Hamas û Îsraîlê dest bi pevguhertina dîlgirtiyan kirin

Hamasê komek ji dîlgirtiyan radestî Xaça Sor kir. Îsraîlê jî hezar û 966 mehkûm serbest berda.

Piştî ragihandina agirbesta li Xezeyê, di navbera Hamas û Îsraîlê de pevguhertina dîlgirtiyan destpê kir. Hamasê di çarçoveya peymana agirbestê de 7 dîlgirtî radestî Xaça Sor kir.

Hate ragihandin ku dîlgirtiyên di gava destpêkê de hatin berdan Matan Angrest, Alon Ohel, Guy Gilboa-Dalal, Gali Berman, Ziv Berman, Eitan Mor û Omri Miran e.

Bi deh hezaran Îsraîliyan li dîmenê berdana dîlgirtiyan temaşe kirin.

Bi berdana dîlgirtiyên di destê hamasê de hezar û 966 Fîlîstîniyên li girtîgehên Îsraîlê ne têne berdan. Ji hezar û 966 mehkûman 250 jê wê li Şerîa Rojava, Qûds û welatên din, hezar û 716 jî li Nexweşxaneya Nasser a li Xezeyê bêne berdan.